مساحة إعلانية

كلمات اغنية XemXwar EZD – Melûlî

كلمات اغنية XemXwar EZD – Melûlî مكتوبة

Baran barî mi distek danî

Hêstir barî mi testek danî

Hinek herî li ser danî

Qewarek min li ser danî

Hî dibarî, min nikarî

Hî dibarî, min nikarî

Qewarek min li ser danî

Hî dibarî, min bikarî

Hêstir li tarîya xweya nakin

Gelek xincer li piştê ketin

Bê rûnahî xweya nakin

Bê rûnahî xweya nakin

Hêstir li tarîya xweya nakin

Gelek xincer li piştê ketin

Bê rûnahî xweya nakin

Kes nabînê brînê min

Diherikê kehinya çavê min

Kes nabihîzê bi van îşêd min

Bin serê min tev riswa ye

Ser cemkê min zû ziwa ye

Berî sibeh li min vegerê

Da kes li birîna dernexê

Ger taristan dîsa werê

Cemik wê hêstiran hilgirê

Yek bi yek hêstir dibarîn

Wekî baran ket ser xanî

Bi bêdengî min Kire qal

Hita kengê wê bimînê?

Ev birîn li kêleka min bê

Ev jîyan li min zehmete

Ez çibikim jî birevim

Wekî dîna bi çola bikevim

Salekê bi rastî mi ceriband

Melûlî ji min dûrbikevê

Ji diltengîyê xelas bibim

Kirûnakim rê nabînim

Gelek cara min divê banbikim

Dengê xwe li dinyayê bikim

Lê êşa li dil de dihêlim

Tu peyv nîne şirove bikim

Van birînan diyar bikim

Vî agirî vemirînim

Vî agirî vemirînim

Êd dî mi nas dikin wekî çêtir

Birînê min derbaskirin

Xwezî wan carkê zanîba

Dermanê vê îşê nîne

Dermanê birînê nîne

Hita dinê ev hêstir wê barin

Şevek dûra meh û salin

Birînê min çara nabin

Sînorek dahat li dora min

Çayeke bê şekir da min

Girî û hêstir bûn paya min

Jîyaneke bê tam da min

Hevalêt xwe mi winda kirin

Wan nedixwest derdêm bibînin

Û herkesê ku min dibînin

Ez fêrbûm çawa bixapînim

Vê rûberkê li ber xwe bikim

Îro bûye behrek ji min

Van xeman ez êsîr hêlam

Tucarî ez jî nafelitim

Per û baskê min şikestin

Gelo çawa ezê bifirim

Gelo çawa ezê birevim

Xwe ji melûlîyê xelasbikim

Xwe ji melûlîyê xelasbikim

Xwe ji melûlîyê xwlasbikim


التعليقات


اغاني مشابهة